KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Alî Haydar Kaytan ku 3’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:
“Şehadeta ji kadroyên pêşeng ên Tevgera me hevrê Fûat-Alî Haydar Kaytan û Riza ji aliyê Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê ve 12’ê Gulana 2025’an ji raya giştî re hatibû ragihandin. Hevrê Fûat weke sembola ‘Dilsoziya bi Rêbertî, Jiyana Pîroz û Heqîqetê’ û hevrê Riza jî weke smebola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ hatibû ragihandin. Piştî ku tevgera me ragihand, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ev herdu hevrêyên hêja bi rengekî girseyî bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî. 3’ê Tîrmeha 2018 salvegera 7’emîn a şehadeta hevrê Fûat e. Em, rêwiyê destpêkê yê têkoşîna me ya azadiyê ku bi Rêber Apo re meşiya û şervanê mezin ê serketî hevrê Fûat careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li be bîranîna wî ya hêja ditewînin.
Bêguman şehadeta hevalê Fûat ji bo tevgera me û gelê me gelekî giran bû. Hebûna wî ji bo têkoşîna me çavkaniya rewşenbîrî, rêxistinî û zîhniyeteke mezin bû. Lê belê di meşa wî ya şoreşgerî ya nêzî nîv sedsalê de ji bo tevger û gelê me nirxên gelekî mezin afirand. Weke mirovekî, hevrêyekî, şoreşgerekî ya ku dikare bike di asta herî bilind de kir. Hevrê Fûat yek ji wan hevalan bû hevrêtî ji hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo Hakî Karer û Kemal Pîr re kir. Ji roja ku Rêber Apo silav da wî û heta kêliya şehîd bikeve bi bawerî, biryardarî, dilxwazî û kelecaneke mezin, bê rawestandin hêzeke mezin tevlî têkoşîna azadiyê kir û temenê xwe feda kir. Her kêliya xwe bi têkoşînê, kedê, kûrbûnê, kûrkirinê, perwerdekirin û pêşengkirina hevrêyên xwe derbas kir. Hevrê Fûat ku zanayê çiyê bû, hêza wateyê ya ku bi danhevî, hêza fikrî û kûrahiya bêdawî ya hestewariyê, her tim bû hêz û daxwaza têkoşînê ji hevrêyên xwe re. Bi kûrahiya xwe ya wateyê û têgihiştina xwe ya Rêber Apo, moral da hevrêyên xwe û rê nîşan da. Dema ku Rêber Apo agahiya şehadeta wî bihîst, got ‘Ew hevrê bû ku min ji min çêtir fêhm kir’.
Di pêşketin û zêdebûna asta me ya fêhmkirin û têgihiştina Rêber Apo de tevkariya hevalê Fûat gelekî zêde ye. Hem mirovekî fikrî û rêxistinî yê mezin bû, hem jî perwerdekarekî mezin bû. Di vî warî de hewldan, ked û kûrahiya wî gelekî zêde bû. Li hemberî her tiştên ku mirov û civak ji azadiyê vedigirt, hêrsa wî gelekî mezin bû. Ev hêrs her tim pê re hebû û ev yek vediguheran hêza têkoşîn û fikrî.
Hevrê Fûat ku em nikarin bi gotinan qala şoreşgeriya wî û keda wî ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bikin, bi rastî jî semboleke mezin a rasteqîn a Jiyana Pîroz û Heqîqetê bû. Hevrêyek bû ku heq dike bi vî rengî bê fêhmkirin û bîranîn. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku şehîdê me yê mezin hevrê Fûat di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de ji bo xwedîderketina li bîranîna wî, bi bîr bînin. Em wî careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Bi bicihanîna Sosyalîzma Civaka Demokratîk re di şexsê hevrê fûat de em ê armanca azadiyê ya pîroz a şehîdên xwe yên azadiyê û şoreşê pêk bînin. Em vê soza xwe bi wesîleya vê rojê careke din dubare dikin.”