Ji bo zarokên Taylandî dem kêm e

12 zarok û antrenorekî futbolê du hefte ne li şikefteke li binê avê ya li bakurê Taylandê asê mane. Ji bo rizgarkirina wan demeke kin heye. Asta oksîjenê ku li şikeftê hindik maye û baran astengiya herî mezin e.

Bala raya giştî ya cîhanê bi rojan e li ser Taylandê ye. 12 zarokên Taylandî yên ji 11 heta 16 salî û antrenorê wan, roja 23'ê Hezîranê piştî antremana sporê ketibûn hundirê şikefta Tham Lûang a li ser sînorê Myanmar û Laosê. Lê belê ji ber barana dijwar a mûsonê, zarok li hundirê şikeftê asê man.

Noqkaran roja 3'ê Tîrmehê xwe gihandin 13 kesên li şikeftê. Lê belê ji ber ku beşek ji rê di nava avê de maye û ji ber ku rê bi qasî 4 kîlometreyan dirêj e, karê rizgarkirinê zû bi zû dest pê nake.

Ji gelek welatan noqkar û tîmên rizgarkirinê berê xwe dan taylandê. Ji bo zarokan wext kêm e. Herî dawî noqkarekî ku doh tevlî karê rizgarkirinê bû, di vegerê de ji ser hişê xwe çû û piştre jiyana xwe ji dest da. Wekî din, tîmeke alîkariyê ya çû herêmê di rê de qeza kir û yek jê bi giranî 3 kes jî sivikî birîndar bûn.

Asta oksîjenê ya li şikefta ku zarok lê ne kêm dibe. Barana ku bi dijwarî dibare jî li pêşiya karê tîmên rizgarkirinê asteng e.

NOQKAR BI XWE JÎ ANCAX 5 SAETAN DIKARIN DERKEVIN!

Şikefta ku zarok û antrenorê wan lê asê mane, şikefta Tham Lûang e û li bakurê Taylandê ye. Noqkarên profesyonel jî ancax di nava 5 saetan de xwe gihandibûn nava şikeftê. Tê payin ku baran rojên bê zêdetir bibe, lewma tîmên rizgarkirinê li ser planeke nû ya rizgarkirinê dixebitin.

Li gorî vê planê wê ji derve ve şikeft bê qulkirin û bi vî rengî tîmên rizgarkirinê bikevin hundir. Lê tê gotin ku ev yek wê demeke dirêj dewam bike. Xeteriyeke din jî ew e ku axa li ser şikeftê bişemite. Serokê tîma rizgarkirinê diyar kir ku zarokên li şikefta bi 800 metreyî di binê erdê de ye, ancax bi alîkariya noqkaran karibin bên rizgarkirin.

Zarokan jî bi rêya noqkaran name ji malbatên xwe re şandin. Yek ji zarokan got, "Rewşa me baş e, me meraq nekin." Yekî jî xwest, ku amadekarî ji bo pîrozkirina rojbûna wî bê kirin.