Li Tanzanyayê di merasîma olî de pê li hev kirin: 20 kes mirin

Li bakurê Tanzanyayê di merasîmeke olî de mirovan pê li hev kirin. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hikumetê û şahidan hatin wergirtin, di merasîma evanjelîk de mirovan pê li hev kirin.

 Dema ku 'rûnê pîroz' hate rijandin îzdihamê rû da. Bawermendan bi hêviya ku rûnê hatiye rijandin dermanê nexweşiyan e, xwestin destê xwe bidin devera ku rûn lê hatiye rijandin, lê pê li hev kirin.

Rayedarên bajarokê Moshî ku bûyer lê qewimî, ragihandin ku heta niha 20 kesî jiyana xwe ji dest dane, lê belê dibe ku hejmar zêdetir be.

Şahidekî ji AFP'ê re got, "Tirsnak bû, mirovan bi rengekî bêrehm pê li hev kirin." Heman kesî got, "Mîna ku waîz dolar belav kiribû (...) Piştre ewqas mirovî jiyana xwe ji dest dan."