Li Tacikistanê êrîşî tûrîstan hate kirin: 4 kes mirin

Li Tacikistanê roja Yekşemê bi otomobîlê êrîşî tûrîstan hate kirin û di vê êrîşê de 4 tûrîst mirin. Rayedaran diyar kirin ku êrîşkar, çekdar bûne.

Li Tacikistanê roja Yekşemê çar tûrîstên ji Amerîka, Swîsre û Hollandayê hatin kuştin.Rayedaran diyar kirin ku ev bûyer ne qeza ye, êrîşe. Wezîrê Karê Hundir Ramazon Hamro Rahîmzoda, diyar kir ku dizî jî tê de, ew li ser hemû îxtîmalan disekinin.

Wezîr diyar kir ku êrîşkar, çekdar bûne û birîndarek hatiye kêrkirin.

Êrîş roja Yekşemê li herêma Danghara pêk hat ya ku 150 kîlometreyan dûrî Duşanbeya paytext e. Heft tûrîst dema ku bi bisikletê digeriyan, otomobîlekê xwe li bin guhê wan xist. Ajovan piştre reviya.

Di êrîşê de du tûrîstên Amerîkan, yekî Swîsreyê û yekî ji Hollandayê jiyana xwe ji dest dan û 2 tûrîst jî birîndar bûn. Tûrîstek jî tiştek bi wî nehat.

Roja yekşemê gumanbarek hate girtin û du kesên ku ‘li ber xwe dane’ jî hatin kuştin. Wezîr Rahîmzoda diyar kir ku ew li sê kesên gumanbar digerin.

Li Tacikistanê bêtir Misilman dijîn û ev welatê herî hejar ê Yekîtiya Sowyetan a berê ye. Tacikistan ji sala 1992’an û vir ve ji aliyê serokkomarê Emomalî Rahmon ve bi awayekî tund tê birêvebirin.