Li Sydneyê Kurd ji bo Rojava û Rojhilat derketin

Li Sydneyê ya EwistralyaYê çalakiyên xwedîderketinê yên ji bo Rojava û Rojhilat hatin kirin.

Li Ewistralyayê ya Sydeynê Kurdistanî û dostên wan çalakiyên xwedîderketinê yên ji bo Rojava û Rojhilat hatin kirin.

Di çalakiyê de ya li Parramatta Town Hallê dewleta Tirk û Îranê hatin şermezarkirin.

DEWLETA ÎRANÊ Û TIRKIYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Li ser navê Komîteya Amadear Brûsk Rojhilat û Mansr Rezaqî axivîn, berxwedana li dijî rejîma Îranê bi bîr xistin û gotin, ''Li dijî komkujiyên rejîmê divê mirov bêdeng nemîne. Em piştevanê Rojhilat bin.''

Li ser navê NCKD'yê jî axaftin hatin kirin û hate gotin li dijî êrîşên dewleta Tirk li her deverê divê çalakî werin kirin.

Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi naveroka ku dewleta Îranê û Tirkiyê şermezar dikin hatin rakirin û hate gotin, ''Destê xwe yê bi xwîn ji ser Kurdistanê bikişînin'',''Artêşa Tirk ji Rojava bicehim'',''Bimre rejîma Molla'', ''Îran darvekirinan rawestîne.''