Li Sydneyê ji bo greva birçîbûnê çalakî hate kirin

Ji bo destekê bidin grevên birçîbûnê yên bi mebesta bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, li bajarê Awûstralya Sydneyê çalakî hate kirin.

Kurdên li Sydneyê li kolana herî şên Pîtt Street Mallê mûm vêxistin û desteka xwe ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê nîşan dan.

Çalakgeran gelek caran xwedî li daxwazan berxwedêran derketin û gotin, ''Daxwaza berxwedêran daxwaza me ye''.

Piştî çalakiyê axaftin hatin kirin û hate gotin heke ji grevên birçîbûnê rewşeke neyênî derkeve holê, wê ne tenê Tirkiye her wiha welatên Ewropayê jî berpirs bin. Di çalakiyê de li dijî CPT'yê helwest hate nîşandan û hate xwestin ku CPT demildest biçe Imraliyê.