Li Swîsreyê siyaset li kantonan tê kirin
Namzetê SP'ê yê hilbijartina Kantona Vaud a Swîsreyê Îhsan Kûrt got, "Gazin têrê nakin, nabe ku mirov pişta xwe bide. Divê em baş zanibin ku li Swîsreyê siyaset li kantonan tê kirin."
Namzetê SP'ê yê hilbijartina Kantona Vaud a Swîsreyê Îhsan Kûrt got, "Gazin têrê nakin, nabe ku mirov pişta xwe bide. Divê em baş zanibin ku li Swîsreyê siyaset li kantonan tê kirin."
Swîsre li kantona Vaudê ber bi hilbijartinê ve diçe. Di nava namzetên Meclîsa ji 150 kesî de, Îhsan Kûrt ê Kurdistanî jî heye ku di Partiya Sosyalîst (SP) de cih digire. Kûrt diyar dike ku Lozan ji bo dîplomasiyê pir girîng e û bang li hilbijêrên Kurd û Tirk ên Swîsreyî kir ku dengê xwe bi kar bînin.
3 kantonên Swîsreyê di rojên pêş de diçine hilbijartinê. Di hilbijartinê de 8 partî dikevin pêşbaziyê. Hilbijartin 2’yê Nîsanê li Neuchatel, 23’yê Nîsanê li Solothurnê û 30’ê Nîsanê jî li kantona Vaudê ye( derdora Lozanê) Kanton ji bo 5 salan wê parlamento û hikûmeta xwe diyar bikin. Pêvajoya bikaranîn dengan dest pê kir. Ji bo Vaud hilbijêr parlamentoya ji 150 kesî pêk tê û endamên hikûmetê yê ji 7 kesan pêk tê hildibêrin.
Kantona Vaudê ku hem yek ji navenda siyasetê ya Swîsre û dinyayê ye, bi nifûsa xwe ya 800 hezar kesî mezintirîn kantona 3’yan a Swîsreyê ye. Vaud ku ji deh herêmên hilbijartinê pêk tê, sîstema temsîla rêjeyî tê bikaranîn. Di nav endaman de ku ji bo parlamentoya kantonê ya bi 150 kursîyî Îhsan Kûrt jî heye, ku ji Partiya Sosyalîst dikeve pêşbaziyê.
Îhsan Kûrt dibêje, ‘’koçber divê bi hişmendiya welatên wekhev tevlê hilbijartinê bibin’’ Em bi Ihsan Kûrt re li ser endamtiya wî û hilbijartinan axivîn.
Kûrt ji 1996’an ve li Swîsreyê dijî. Beriya ku were Swîsreyê li Tirkiyê demeke dirêj di Ozgur Gundem û Evrenselê de xebitî. Piştî ku hate Swîsre jî li vir perwerdehiya xwe domand. Li Zanîngeha Neuchatel li ser beşa sosyolojî û ragihandinê; li Zanîngeha
Lozanê jî li ser Rêveberiya Cameweriyê master kir. Li gel saziyên taybet û cameweriyê xebitî. Ji mêj ve ye ku di SP’yê de siyaseta aktîf dike. Her wiha di Ozgur Poltîka û di rojnameyên Swîsreyê de dinivîse.
Kûrt diyar dike ku girîng e welatiyên koçber di siyaseta welêt de çalak bibin û wiha dibêje, ‘’Kesên xebatkar, tevlê hilberînê dibin divê xwedî heqên demokratîk ên sereke yên weke hilbijartin û hilbijariyê bibin’’
Kûrt diyar dike ku di sîsteam federal a Swîsreyê de siyaset li kantonan tê kirin û wiha dibêje: ‘’endamtiya me ya weke koçberekî, tê wê maneyê ku kesên perwerde, sîgorteya tendiristiyê, kar, mafê xaniyan a li gorî her butçeyê, ji bo zarokan krêş û têkoşîna dijî dijminatiya biyaniyan endamekî wan heye.’’
KÊŞEYÊN KU DIVÊ ZÛ WERIN ÇARESERKIRIN
Kûrt dibêje kesên ku demeke dirêj neçar mane ku têkoşîna demokrasî, maf, azadî, aştiyê bidin, piştî ku dibine welatiyên Swîsre dibêjin, ‘’serê neêe destmalê girê nede’’ û serê xwe bi tiştekî naêşînin, pişta xwe didine siyasetê û gazin têrê nakin. Kûrt wiha dibêje: ‘’Koçber li gel ku di mijarên weke perwerde, kar, xanî, malbat, welatîbûn, hurmeta ji bo jiyan û baweriyên cuda tim gazinan dikin lê di mijara tevlêbûna dengdanê de pir kêm in. Hin jê bi temamî dibêjin, ‘’ji min re çi’’ û hin jê jî bi temamî bêhêvî bûne, dibêjin, ‘ji xwe tiştek naguhere’ û ji dinyayê sar bûne. Nêzîkatî ev e û kêşeyên ku têne jiyîn her ku diçin zêdetir dibin. Di nav koçberan de û endamên ciwna de sersariyek heye, ev jî meseleyeke girîng e ku divê were çareserkirin.’’
Îhsan Kûrt li herêma hilbijartinê ya Lozan Rojava (Quesr Lausannoîs) ji Partiya Sosyalîst endam e, ji hilbijêrên bajarên Renens, Prîlly, Crîssîer, Bussîng, Chavannes,Ecûblens, St. Sulpîce û Vîlars- Sanînte- Croîx xwest ku li siberoja xwe xwedî derbikevin û dengê xwe bidin lîsetay PSO’yê.
Ji bo hilbijartinê zerfên hilbijartinê Nîsanê wê bigihin hilbijêran. Kûrt diyar dike ku divê pusala baş werin xwedin: ‘’Divê em baş zanibin ku li Swîsre siyaset li kantonan tê kirin. Ji bo ku em keda xwe li têkoşîna azadî, aştî, demokrasiyê bikin, ya li wî welatê ku em lê dijîn û welatiyê wê ne divê em siyasetê bikin.’’
‘DIVÊ HILBIJÊRÊN KURDISTANÎ Û TIRKIYEYÎ DENGAN BIDIN’
Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî herî dereng heta 28’ê Nisanê divê dengên xwe bi postayê heta 30’ê Nisanê saet 11.00’an li bûroyên hilbijartinê yên şaredariyan bi kar bînin.