Li Swîsreyê hevkariya mizgeftan a bi DAÎŞ’ê hate belgekirin

Welatiyekî Tirk ku li Swîsreyê dijî bi hinceta DAÎŞ’î ye li Iraqê mehkûmî darvekirinê hate kirin. Derket holê ku ev kes li Swîsreyê piştî ku li mizgeftên dewleta Tirk hate rêxistinkirin beşdarî DAÎŞ’ê bûye.

Li Ewropa gelek saziyên olî yên dewleta Tirk ji bo ku endaman tevlî DAÎŞ’ê bikin gelek bûyer çêbûn û belge derketin holê. Bûyerek din jî li ser van zêde bû. Li gorî nûçeya rojnameger Kûrt Pelda ya di rojnameya Anzeîger a Swîsreyê de, welatiyekî Tirk ku li Swîsreyê dijî bi hinceta endamê DAÎŞ’ê ye li Iraqê mehkûmî darvekirinê hate kirin.

DIÇÛ MIZGEFTA GIRÊDAYÎ DEWLETA TIRK

Pelda, diyar kir ku DAÎŞ’î yê 24 salî Cotmeha 2014’an ji Swîsreyê derbasî Tirkiyeyê bûye û piştre jî çûye Sûriyeyê beşdarî kampên DAÎŞ’ê bûye. Kûrt Pelda ragihand ku ev kes li Sûriyeyê perwedehiya bombeyê dîtiye û beşdarî gelek çalakiyên DAÎŞ’ê bûye.

Di nûçeyê de hate îdîakirin ku ev kes ji aliyê çeteyan ve ji bo Iraqê hatiye şandin û piştre li Iraqê hatiye girtin û mehkûmî darvekirinê hate kirin. Diyar bû ev kes li bajarê Arbon ê Kantona Thûrgaû yê Swîsreyê ku xebatên mizgeftên girêdayî dewleta Tirk lê aktivîn, dima.

Di nûçeyê de hate diyar kirin ku dadgehên Swîsreyê têkildarî vî kesî doz vekirine, beşek mezin ê perwerdehiya xwe li Swîsreyê dawî kiriye û li Swîsreyê radîkal bûye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku ev kes li bjarê Arbon ê Kantona Thûrgaû ya Swîsreyê çeteyê bi navê Alperen A. naskiriye û piştre bê navber diçû mizgefta Rorschach a girêdayî Weqfa Diyanetê ya Tirk. Diyar bû ev kes li vê mizgeftê biryara tevlîbûna DAÎŞ’ê daye.

Dîsan hate ragihand ku piştî ku vî kesî biryara tevlîbûna nava DAÎŞ’ê daye li ser Facebookê bi cîhadîstekî li Tirkiyeyê ketiye nava têkilyan û bi alîkariya vî kesî li Sûriyeyê beşdarî kampên DAÎŞ’ê bûye.

Li aliyê din di nûçeyê de hate diyar kirin ku kesê bi navê Alperen A. bi hinceta DAÎŞ’î ye li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye.

SIYASETMEDAR: EV MIZGEFT ENDAMAN JI BO DAÎŞ’Ê PERWERDE DIKE

Li Swîsreyê gelek siyasetmedaran ragihand ku li Swîsreyê gelek mizgeft endaman ji bo DAÎŞ û çeteyên din perwerde dike û daxwaza girtina van mizgefan kiribûn.