Li Swêdê teqîn pêk hat: Herî kêm 25 kes birîndar bûn

Li bajarê Linkoping ê Swêdê teqînek pêk hat û herî kêm 25 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku teqîn, li gorî saeta herêmî derdorê saet 9.00’î pêk hatiye. Di dîmenên teqînê de yên li ser tevna civakî hatî parvekirin diyar dibe ku her du aliyên avahiya ku teqîn lê çêbûyî, rûxiyane û xisareke mezin pêk hatiye. Hê sedema teqînê nayê zanîn ka ji ber çi qewimiye. Rayedaran ragihand ku herî kêm 25 kes ji ber teqînê birîndar bûne.

Bajarê Linkoping, bajarekî 200 km li başûr-rojavayê paytext Stockholmê ye û ji hêla gelheya xwe ve bajarê di rêza 5’emîn ê welêt e.

Li gorî Malpera Nûçeyan a Aftonbladetê 15 ambûlans çûne cihê bûyerê. Niştecihekî herêmê di derbarê bûyerê de agahî da û got, “Dema teqîn çêbûyî ez di serşokê de bûm. Mal hemû hejiya. Rewşeke kaotîk e. Niha gelek polîs li derve li cihê bûyerê ne.”

Berdevkê polîsan diyar kir ku li ser dibetiya krîmînal radiwestin lê dibetiya qezayê jî wê li ber çav bigirin. Ekîbên tunekirina bombeyan hatin cihê bûyerê. Lê belê nehate zanîn ka ev ekîp ji bo tinekirina bomebeyekê, yan jî ji bo tedbîran hatine.

Rêveberê avahiya teqîn tê de pêk hatî, ji malpera Expressen ragihand ku di avahiyê de gaza sirûştî nîne.