Li Swêdê lîderê komeke nîjadperest mehkûm bû
Li bajarê Skarabog ê Swêdê, lîderê komeke nîjadperest a bi navê Soldiers of Odin (Leşkerên Odin), ji ber dijminatî li Yahûdî û Misilmanan dikir, mehkûm bû.
Li bajarê Skarabog ê Swêdê, lîderê komeke nîjadperest a bi navê Soldiers of Odin (Leşkerên Odin), ji ber dijminatî li Yahûdî û Misilmanan dikir, mehkûm bû.
Dozger, têkilîdarî vî kesê nîjadperest ê 44 salî, bi sedema ku stranên nîjadperestî di Youtube de weşandiye û bi vî rengî hewl daye civakan li hemberî hev rake, lêpirsîn dabû destpêkirin.
Ev kesê navborî di stranên bi navê "Laşfiroş û reşik" û "Şahiya me ya Arî" li gîtarê dixe û dibêje ew ê Misilmanan bi hewa bixin, hevjînên wan bikujin û Yahûdiyan bişînin odeyên gazê. Yek ji van stranan jî bi gotina "Ez Naziyim, Nasyonal Sosyalîstim" diqedîne.
Nîjadperest di rûniştina dozê de li xwe mikur hat ku wî ew stran gotiye, li Youtube jî bar kiriye, lê sûcê dijminatiyê nekiriye.
Dadgeha Bajêr a Sakaraborgê diyar kir, stran bi rêya înternetê li nava girseyên mezin belav bûye û hin komên gel kiriye hedef, lewma lîderê koma nîjadperest mehkûm kir. Li gorî biryara dadgehê wê navborî 100 saetî di karên xizmeta civakî de bixebite.