Li Swêdê 'Galaya aştiyê ya bê sînor' hate lidarxistin

Li Swêdê û Derya Baltikê, mezintirîn tetbîqata leşkerî ya 20 salên dawî tê kirin. Li gelek bajarên Swêdê jî, rêxistinên dijberê şer ji bo tetbîqatê û biçekbûnê protesto bikin, çalakiyên cuda li dar dixin.

Tetbîqata leşkerî ya bi navê "Aûrora 17" roja 11'ê Îlonê dest pê kir. Tevî 19 hezar leşkerên Swêdê, 2 hezar leşkerên ji artêşên DYA, Fransa, Norwêc, Danîmarka, Estonya, Lîtvanya û Fînlandiyayê tevlî dibin.

Di tetbîqatê de li Derya Baltikê 2 keştiyên şer ên DYA, li Goteborgê fuzeyên Patrîot, wesayitên zirxî û li Girava Gotlandê jî helîkopterên Chînook û Apache tên bikaranîn.

Ev tetbîqat, piştî Şerê Sar mezintirîn tetbîqata leşkerî ye ku li Swêdê tê kirin. Wê 29'ê Îlonê biqede. Ev tetbîqatê rê li ber nerazîbûna rêxistinên aştiyê, wezîr û rêveberên berê yên Partiya Karker a Sosyal Demokrat vekir.

Bi vê armancê, li Stockholm, Goteborg û gelek bajarên Swêdê, dijberên şer çalakî li dar xistin.

Rêxistinên Aştiyê, li paytext Stockholmê ji bo balê bikişînin ser tetbîqata Aûrora 17 û şerê li gelek welatên cîhanê diqewimin, galayek li dar xistin û di dawiyê de jî semîner û konferansek pêk anîn.

'Galaya aştiyê ya bê sînor' ji aliyê Hunermendên ji bo Aştiyê, Federasyona Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê, Jinên ji bo Aştiyê, Na ji NATO'yê re hate organîzekirin. Hunermendê Şano yê navdar Sven Volter, Seroka Konseya Aştiyê ya Swêdê Agneta Norberg, Seroka Jinan a ji bo Aştiyê ya Fînlandiyayê Merî Kûkka Pand, ji Federasyona Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê Lîss Schanke, nivîskar û aktîvîsta Norwêcî Annîka Spalde weke qiseker beşdarî galayê bûn.

Şanoger Sven Volter di destpêka galayê de axivî û bi bîr xist, ku di serî de li Sûriye û Iraqê li gelek welatên cîhanê şer dewam dike. Volter anî ziman ku biçekbûn û tetbîqatê leşkerî bi kêrî aştiyê nayên, lê şer zêde dikin. Volter xwest, budçe ne ji çekbûnê re, lê ji perwerde û tenduristiyê re bê veqetandin.

Volter îxracata çekan a Hikumeta Swêdê rexne kir û bang li gelê Swêdê kir ku li ber tetbîqatên leşkerî rabe û ji bo aştiyê têbikoşe.