Li Sûriyeyê li qadên ku rejîm lê hene hilbijartin ew ê were kirin

Rayedarên Sûriyeyê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku ew ê meha bê were kirin, bernamzetiya 35 hezar kesan qebûl kir.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind Suleyman El Kaîd ji rojnameya El Watan a nêzî rejîmê re axivî û got ku, “Komîteyên ji namzetan berpirsyar, ji nav 55 hezar serlêderan a 34 hezar û 553 kesan qebûl kir. Ew ê namzet ji bo 18 hezar û 478 kursiyan têbikoşin.”

Li Dêrazor, Dera û Hesekê ew ê hilbijartin neyê kirin. Nîvê rojavayê Dêrazor di bin kontrola rejîmê de ye û beşeke zêde ya herêmê di bin kontrola QSD û Federasyona Bakurê Sûriyeyê de ye. Rejîmê meha borî hemû herêma Derayê bi dest xist.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê ji bo bajarê Hamayê hikumet dikare navendeke hilbijartinê ya taybet ava bike. Rejîm bi vê rêyê hewl dide li Îdlîb û Reqayê namzetên potansiyel diyar bike. Îdlîb di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de ye û li Reqayê jî ya ku ji aliyê QSD’ê hatibû azadkirin jî rêveberiyên herêmî hatine avakirin.

Hilbijartinên giştî yên li Sûriyeyê di sala 2016’an de hatibû kirin û Başar El Esad ji bo heft salan dîsa hatibû hilbijartin.

Hilbijartinên herêmî ew ê di 16’ê Îlonê de were lidarxistin. Li gorî Sekreterê Giştî yê Meclîsa Herêmî ya Şamê Başar Al Haffar ew ê berpirsyariya meclîsan were zêdekirin.