Li Sûdanê wê Konseya Leşkerî peymanê pêk bîne

Konseya Leşkerî ya ku li Sûdanê dest danî ser rêveberiyê, soz da ku wê peymana bi tevgera gel re amade kiriye bi cih bîne û biparêze.

Îna borî Konseya Leşkerî diyar kiribû ku ew dikarin bi tevgera gel re rûnên. Konseya bi navê ‘Konseya Serwer’ wê pêvajoyê bi rê ve bibe. Wê 18 mehên serokê konseyê leşker bin û piştre jî wê sivîl serok bin. Wê pêvajoya demdemî bi qasî 3 salan bidome.

Etîyopya û Yekîtiya Efrîkayê pêşengtî ji vê hewldanê re kirin. Serekê Konseya Leşkerî Abdulfetah El Bûrbah di televîzyonê de got ku “Konseya Leşkerî wê peymanê biparêze û bi cih bîne.”

Di konseya demdemî de wê pênc leşker û şeş sivîl hebin. Sivîlên di rêveberiyê de wê ji Tifaqa Azadî û Guherîne be, yên ku pêşengî ji çalakiyan re kiribûn.

Li Sûdanê ji ber bihabûna sê katan a bihayê nan, protesto hatibûn destpêkirin û piştî demeke kurt xwestibûn bila rejîma Omer El Beşîr were xistin. Piştî çalakiyan di 11’ê Nîsanê de rejîma Beşîr ketibû û leşkeran dest danîbûn ser rêveberiyê. Ji wê rojê heta niha gelê Sûdanê li kolanan e. Di 3’ê Hezîranê de çalakiya rûniştinê hatibû lidarxistin. Polîsan êrîşî vê çalakiyê kiribûn û di vê êrîşê de 128 kes hatibûn kuştin.