Li Sûdanê rejîm têk çû, girtiyên siyasî hemû azad bûn!

Piştî ku dîktatorê Sûdanê Omer El Beşîr bi zexta gel îstifa kir, Servîsên Îstîxbaratê û Ewlekariyê ragihand, girtiyên siyasî hemû wê bên berdan.

Piştî çalakiyên protestoyî yên li Sûdanê ku bi mehan e didomin, Omer El Beşîr ku 30 sal in desthilatdar e neçar ma îstifa bike. Servîsên Îstîxbaratê û Ewlekariya Navxweyî ragihand, girtiyên siyasî hemû wê bên berdan.

Artêşa Sûdanê jî diyar kir, wê daxuyaniyeke girîng bide û bi deh hezaran mirov daketin qadan û xwepêşandanên pîrozbahiyê li dar xistin. Televîzyona neteweyî bernameyên xwe yên roja Pêncşemê betal kir û cih da xwepêşandanên kêfxweşiyê yên girseya gel.

Serokê Fermandariya Giştî Kemal Abdulmarûf got, ew ê li gorî berpirsyariya xwe ya parastina welatiyan tevbigere.

Çalakgerên ku bi rojan e li ber biryargeha hêzên leşkerî ya li paytext Hartûmê kom dibin, dirûşmên "Rejîm têk çû, rejîm têk çû" qîriyan. Sûdaniyan kêfxweşiya xwe li ser medya civakî jî nîşan dan. Hinekan nivîsandin; "Beşîr çû, em bi ser ketin."

LI DIJÎ PARTIYA BEŞÎR OPERASYONA LEŞKERÎ

Yekîneyên artêşê li gelek kolanên paytextê bi cih bûn. Pir girtin. Serê sibehê yekîneyên leşkerî avêtin ser navendên Tevgera Îslamî ku baskê îdeolojîk ê partiya Kongreya Neteweyî ya Omer El Beşîr e. Kongreya Neteweyî plan dikir ku roja Pêncşemê ji bo Beşîr xwepêşandanê pêk bîne, lê belê ev plana wê têk çû.

Ji roja Şemiyê ve rêxistina herî xurt a îstîxbaratê ya Sûdanê gelek caran hewl da çalakgeran belav bike. Bombeyên gazê bi kar anî, lê encam negirt. Roja Sêşemê, 6 jê endamên hêzên ewlekariyê 11 kes di dema xwepêşandanên paytextê de mirin. Ji meha Kanûnê ve zêdeyî 50 kes mirin.