Li Sûdanê protesto didome

Li Sûdanê çalakiyên protestoyê yên li dijî desthilatdariya Omer el Beşîr didome. Li Ondûrmanê ji ber mudaxeleya polîsan 3 kes mirin.

Li bajarê Omdûrmanê polîsan bi çekan êrîşî çalakiya protestoyê kirin.  Berdevkê polîsan Haşîm Ebdulrahîm diyar kir ku ji ber mudaxeleyê 3 kes mirine û wan lêpirsîn dane destpêkirin.

Bi sedan kes tevlî çalakiya protestokirina hikumetê bûn.  Piştî vê çalakiyê li Hartûmê ya ku paytext e, bi hezaran kes ji bo piştgiriya Omer El Beşîr daketin qadan.

Ji meha Kanûnê û vir ve li dijî hikumetê xwepêşandan heye. Ji ber ku bihayê nan 3 katan hatibû zêdekirin, protesto hatibûn destpêkirin.

Rayedar îddîa dikin ku ji 19’ê Kanûnê û vir ve 2 jê endamên ewlekariyê 19 kes mirine. Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî herî kêm 40 kes mirine.

Omer El Beşîr ê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dostê wî ye, ji sala 2010’an û vir ve ji aliyê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ve bi sûcên li dijî mirovayetiyê tê sûcdarkirin. Beşîr du caran bû desthilatdar. Niha jî ji bo ku cara sisêyan were hilbijartin, hewl dide di destûra bingehîn de guherînê pêk bîne. Beşîr ji ber ku ji fonên welat 9 milyar dolar diziye, tê sûcdarkirin.