Li Sûdanê partî û rejîma Beşîr hate feşkilandin

Konseya Bihurînek a li Sûdanê ava bûyî ferman da ku partî û rejîma dîktator El Beşîr bifeşkilîne, ku Omer El Beşîr nêzî 30 salên neşikandî welat rê ve biribû.

Konseya Bihurînek a Serwer a li desthilatê û Hikûmeta Serokwezîr Evdile Hamdok biryar li ser da ku ''Partiya Kongreya Netewî were feşkilandin'' û biryar li ser hemû mal û milkê wê were danîn, yasaeke bi navê ''Feşkilandina rejîma ku 30'ê Hezîrana 1989'an hatî damezirandin'' derxist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di nav 10 salan de wê destûr neyê dayin ku di xebatan bike û destûra ti sembola rejîm û partiyê neyê dayin.''

Dîktatorê têkçûyî yek ji dostê dîktatorê Tirk Erdogan bû. Li gel ku li ser Beşîr biryara navnetewî ya girtinê hebû jî serdana Tirkiyê kiribû û ji bo Erdogan gotibû,''Misilmanekî baş e.''