Li Sûdanê nêzî 250 zarok ji ber navçûnê mirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand, li Sûdanê di nava deh mehên dawî de ji ber navçûnê, bi qasî 250 zarokên ji 5 salî mezintir, jiyana xwe ji dest dane.

Li ser bûyerên navçûnê yên li Sûdanê, Buroya Koordînasyona Karên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da. Buroyê, daneyên xwe yên li ser navçûnê spart Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera Tebaxa 2016 û 2'ê Hezîrana 2017'an de li Sûdanê nexweşiya dijwar a navçûnê li 15 hezar kesî derb ûye. Ji van 279 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, 87 ji sedî ya mirovên jiyana xwe ji dest dane, zarokên ji 5 salî mezintir in. Ev jî dibe nêzî 250 zarok.

Li gorî rayedarekî din ê tenduristiyê, her roj mirovên nû bi vê nexweşiyê dikevin. Nexweşiya Navçûnê li zêdeyî 10 herêman belav bûye. Rayedar ji vê yekê gelekî bi fikar in.

Tirs û fikar hene, bi nêzîkbûna dema baranê re ev rewş bêhtir belav bibe û veguhere nexweşiyeke şewbê.

Her sal li Sûdanê bi sedan mirov ji ber ava gemarî nexweş dikevin.