Li Sûdanê mûxalefetê banga bêîtaetiya sivîl kir

Tifaqa Azadî û Guherînê ya ku li Sûdanê li hemberî rêveberiya leşkerî pêşengitiya mûxalefeta civakî dike, banga bêîtaetiya sivîl a di 14’ê Tîrmehê de kir.

Roja Yekşemê bi deh hezaran kes ji ber ku Konseya Leşkerî ya Demdemî dev ji desthilatdariya bernedaye daketibû qadan.

Nerazîbûna gel a li hemberî Konseya Leşkerî naqede. Tifaqa Azadî û Guherînê ya ku li Sûdanê li hemberî rêveberiya leşkerî pêşengitiya mûxalefeta civakî dike, banga bêîtaetiya sivîl a di 14’ê Tîrmehê de kir.

Di bangê de hate gotin ku “Di 14’ê Tîrmehê de roja Yekşemê em banga bêîtaetiya sivîl li hemû pîşeyan dikin.” Hate diyarkirin ku wê di 13’ê Tîrmehê de jî xwepêşandeke protestoyê ya mezin were lidarxistin.

Li Sûdanê ji ber bihabûna sê katan a bihayê nan, protesto hatibûn destpêkirin û piştî demeke kurt xwestibûn bila rejîma Omer El Beşîr were xistin. Piştî çalakiyan di 11’ê Nîsanê de rejîma Beşîr ketibû û leşkeran dest danîbûn ser rêveberiyê. Ji wê rojê heta niha gelê Sûdanê li kolanan e. Di 3’ê Hezîranê de çalakiya rûniştinê hatibû lidarxistin. Polîsan êrîşî vê çalakiyê kiribûn û di vê êrîşê de 128 kes hatibûn kuştin.