Li Sûdanê êrîşa hewayî li ser bazarê: 23 kes mirin

Li paytexta Sûdan Hartûmê, di êrîşeke hewayî ya li nêzî bazarekê de herî kêm 23 kes mirin.

"Şaneyên Destwerdana Lezgîn" ku torek ji wezîfedarên rizgarkirinê yên dilxwaz ên Sûdanî ye, li ser Facebookê peyamek weşand. Di peyamê de hate gotin, "Roja Şemiyê piştî nîvro li başûrê Hartûmê, di êrîşa hewayî ya li ser bazarekê de 23 kes hatin kuştin, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn."

Ji Nîsana 2023'an û vir ve di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya General Abdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştgiriya bi Lez a bi serkêşiya alîkarê wî yê berê General Mûhammed Hamdan Daglo şer diqewime. Di encamê de heta niha bi deh hezaran kes hatin kuştin û xisareke mezin li binesaziya Sûdanê bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 10 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn.