Li Sûdanê danûstandinên navbera leşker û sivîlan dest pê dikin

Piştî bêîteatiya sivîl a sê rojan a li Sûdanê di navbera leşkerên dest danîne ser desthilatdariyê û sivîlan de wê danûstandin dest pê bikin. Li gorî agahiyan Etiyopya navbeynkariyê ji hevdîtinan re dike.

Piştî çalakiyên sê rojên dawî ku bi rengê bêîteatiya sivîl pêk tên, hate ragihandin ku di navbera leşkeran û sivîlan de wê danûstandin dest pê bikin.

Li gorî agahiyan, Etiyopya wê navbeynkariyê ji hevdîtinan re bike.

Yekîtiya ji bo Guhertin û Azadiyê (ALC) bang li Sûdaniyan kir ku ji sibe û pê ve dest bi karê xwe bikin.

Leşkerên ku bi mehan e bi rengekî 'demkî' li ser desthilatdariyê ne, ji bo li hemberî çalakgeran 'nêzîkatiya xwe ya baş' nîşan bidin, eşkere kirin ku wê girtiyên siyasî yên di dema protestoyan de hatibûn girtin berdin.

Piştî ku Beşîr ji wezîfeyê hate daxistin çalakiyên protestoyî dest pê kirin û bi mehan domiyan. Sûdanî desthilatdariya leşkerî şermezar dikin û dixwazin leşker desthilatdariyê radestî rêveberiyeke sivîl bikin.