Li Sûdanê bi deh hezaran kes daketin kolanan: 7 kes mirin

Li Sûdanê ji bo ku rêveberiyê bidin sivîlan, bi deh hezaran kes daketin qadan. Li Hartûmê ya ku paytext e, 7 çalakger hatin kuştin.

Roja Yekşemê li gelek bajaran bi deh hezaran kes li dijî ‘dîktatoriya leşkerî’ daketin qadan.

Di 3’ê Hezîranê de piştî ku çalakiya rûniştinê ya li pêşiya biryargeha leşkerî hatibû belavkirin, ev çalakiya herî mezin e.

Di dema meşê de wesayîtên zirxî hatin takviyekirin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kir.

Ji ber êrîşa leşker û polîsan li gorî Wezareta Tendirustiyê herî kêm 7 çalakger hatin kuştin û 18 çalakger jî birîndar bûn.

Yekîtiya Pîşeyan a Sûdanê xwestibû ku rêveberiyê bidin sivîlan û banga meşa ber bi qesrê kiribû.

Konseya Demdemî ya Leşkerî piştî ku dîktator Omer El Beşîr ji desthilatdariyê hate xistin, li Qesra Serokkomariyê welat bi rê ve dibe.

Li Sûdanê ji ber bihabûna sê katan a bihayê nan, protesto hatibûn destpêkirin û piştî demeke kurt xwestibûn bila rejîma Omer El Beşîr were xistin. Piştî çalakiyan di 11’ê Nîsanê de rejîma Beşîr ketibû û leşkeran dest danîbûn ser rêveberiyê. Ji wê rojê heta niha gelê Sûdanê li kolanan e. Di 3’ê Hezîranê de çalakiya rûniştinê hatibû lidarxistin. Polîsan êrîşî vê çalakiyê kiribûn û di vê êrîşê de 128 kes hatibûn kuştin.