Li Sûdana Başûr di 5 mehan de herî kêm 594 kes hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama bûyerên tund ya ku di navbera Tebax û Kanûna 2022'an de li bakurê rojavayê Sûdana Başûr de herî kêm 594 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 290 kes jî birîndar bûne.

Sûdana Başûr ji dema serxwebûna Sûdanê ya di sala 2011’an û vir ve bi tundî û bêîstiqrariya siyasî-nijadî re têdikoşe. Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (UNMISS) ragihand ku di encama tundûtûjiyên di navbera Tebax û Kanûna 2022’an de herî kêm 594 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 290 sivîl jî birîndar bûne.

UNMISS, diyar kir ku şerê di navbera mîlîsên dijber û çeteyên bi çek yên herêma Nîla Jor de digel wendahiyên sîvîl herî kêm 62 hezar kes ji cihên xwe hatin koçkirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê UNMISS hat kirin "binpêkirinên cidî yên qanûna mirovî ya navdewletî" di şer de û herwiha "tundûtûjiya zayendî, êrîş, revandin, destavêtin, destdirêjahiya komî û tundiya zayendî" hat şermezarkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku 258 kes hatine revandin û 75 jin û keç jî bûne qurbaniyên tundiya zayendî. Hat diyar kirin ku piştî lêkolîna UNMISS, herî kêm 22 sûcdar hatin tespîtkirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk bang li hikûmeta Sûdana Başûr kir ku tedbîrên lezgîn bigire da ku hemû berpirsyar bên darizandin.

Nicholas Haysomê ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sudana Başûr e, li herêmê bi bicihbûna hêzên hevbeş ku ji serhildêrên berê û leşkerên hikûmetê pêk tên kêfxweş bû lê diyar kir ku tundûtûjî li wî welatî berdewam e.

Sûdana Başûr piştî serxwebûna xwe bi dest xist di navbera salên 2013 û 2018’an de ji ber şerê navxweyî yê di navbera Riek Machar û Salva Kiir, bû şahidê mirina 400 hezar kesî û koçberkirina bi mîlyonan mirovan.

Peymana aştiyê ya di sala 2018'an de hatibû îmzekirin, ji ber şer û pevçûnan nekarî were bicihanîn. Li welêt tundî û bêîstîqrarî dewam dike.