Li Stockholmê pêşangeha 'xeyalên me hene' hate vekirin
Li Muzeya Wêneyan a Stockholmê, wêne û xeyalên 114 kesên li cîhanê deng vedane û ji bo pêkhatina xeyalan îlhamê didin mirovan, hatin nîşandan.
Li Muzeya Wêneyan a Stockholmê, wêne û xeyalên 114 kesên li cîhanê deng vedane û ji bo pêkhatina xeyalan îlhamê didin mirovan, hatin nîşandan.
Li Muzeya Wêneyan a Stockholmê, wêne û xeyalên 114 kesên li cîhanê deng vedane û ji bo pêkhatina xeyalan îlhamê didin mirovan, hatin nîşandan.
Di nava beşdarên pêşangehê de tevî xwediyên Xelata Nobelê Nelson Mandela, Dalay Lama, Malala Yosûfzay, Şîrîn Ebadî û Yûnûs Mûhammed, her wiha parêzvanên mafên mirovan ên li dibistan, tax û kargehan ji bo mexdûran têdikoş in, lê navên wan nehatine bihîstin, hene.
Pêşangeh ji aliyê wênevanên Swêdî Andes Wîkîng û Oskar Edlûnd ve hatiye organîzekirin. Wîkîng û Edlûnd, ji gotina 'Xeyaleke min heye' ya parêzvanê mafên mirovan ê reşik ê navdar Martîn Lûther Kîng sûd wergirtin û bi vî navî pêşangeh vekirin.
AMADEKIRINA PÊŞANGEHÊ 14 SALAN DEWAM KIR
Wîkîng û Edlûnd, beriya niha bi 14 salan, ji bo amadekirina vê pêşangehê, bi mirovên li cîhanê tên naskirin, lê ji aliyê civakê ve nayên zanîn têkilî danîn, wêneyên van mirovên xwedî xeyal û armanc kişandin û bi wan re hevpeyvîn kirin.
Di sala 2003'an de dest bi vî karî kirin û ewilî wêneyê Wezîra Karên Derve ya Swêdê ya wê demê Anna Lîndh kişandin. Lê belê, ji ber ku Lîndh çend roj piştî kişandina wêne di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, nekarîn pê re hevdîtinê bikin.
Her du wênevanan di nava 14 salan de bi mirovên li deverên cuda yên cîhanê têdikoşin hevdîtin kirin. Ji bo wêneyan bikişînin û hevpeyvînan bikin, ji Afrîka Başûr heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ji Çînê heta Îtalyayê çûn gelek welatan. Di encamê de wêneyê 114 kesên ku ji bo demokrasî, mafên mirovan, mafên jin û zarokan têdikoşin, di vî warî de xeyalên wan hene, kişandin û bi wan re hevpeyvîn kirin. Ev berhemên xwe jî bi navê "We have a dream" bi pêşangehekê pêşkêş kirin.
JINA ÊZIDÎ NADYA MÛRAD JÎ DI PÊŞANGEHÊ DE HEYE
Çend ji kesên Wîkîng û Edlûnd bi wan re hevpeyvîn kirin û wêneyên wan kişandin ev in: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê berê Kofî Annan, Serokdewletê berê yê Afrîka Başûr Nelson Mandel, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê parêzera Îranî Şîrîn Ebadî, hunermendê Çînî Aî Weîweî, koma muzîkê ya li Rûsyayê Pûssy Rîot, damezrînerê koma muzîkê ya bi navê Band Aîd Sir Bob Geldof, hunermend Pattî Smîth, Malala Yosûfzay a li Pakîstanê ji bo perwerdeya zarokên keç têdikoşe, rojnamevanê Îtalî Roberto Savîano, nivîskar û dîroknasê navdar ê DYA'yî Noam Chomsky, hevzayend Ûgandayî Sam Opîo, parêzvanê mafên mirovan nivîskarê navdar Tarik Alî, parêzvana mafên jinê ya ji Bahreynê Maryam al-Khawaja, akîtvîsta Femen a ji Ûkraynayê Înna Shevchenko û Xwediyê Xelata Sakharov Jina Êzidî Nadya Mûrad. Tevî wêneyan her wiha hevpeyvînên kurt ên bi van kesan re jî tên nîşandan.
Wekî din, li nava salona Muzeya Wêneyan, odeyeke demkî jî hatiye çêkirin. Yên tên serdanê bi kamera û kompûterên li vê odeyê, dikarin xeyalên xwe bi dîtbarî yan jî nivîskî biweşînin. Xeyalên tên weşandin jî bi rêya Facebook, Twîtter û Înstagramê tên belavkirin.