BI DÎMEN

Li Stenbolê 1'ê Gulanê: Zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê ji kesên ku ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê xwestin xwe bigihînin Taksîmê zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin.

BINÇAVKIRINÊN ÇALAKIYÊN 1'Ê GULANÊ

Bi banga Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê gelek sendîka û saziyan xwestin ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê Cejna Karkeran biçin Taksîmê. Polîsan destûr nedan ku girseya gel biçe Taksîmê û êrîşî gel kirin.

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) ragihand ku zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî, parêzer Rojhat Tûnç, Sarîhan Efe Kadaîfçî, Lutfî Sabrî Bati, Arkin Hurtaş û Yûnûs Emre Işik jî di nava binçavkiriyan de ne.

Her wiha endamên Înşaat-Îşê yên ji bo meşa ber bi Taksîmê li Mecîdiyekoyê li hev kom bûn di nava binçavkiriyan de ne.

Ciwanên xwestin bimeşin Taksîmê bi dirûşma 'Binçavkirin, girtin û zext nikarin bi me' êrîşa polîsan şermezar kirin. Ciwanên ku dirûşma 'Qada 1'ê Gulanê Qada Taksîmê' qîriyan ji pişt ve hatin kelepçekirin û binçavkirin.

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û SOLDEP dema dihatin Qada Şîşliyê hatin binçavkirin.