Li stasyoneke metro ya Stockholmê teqînek pêk hat
Li stasyoneke metro ya li paytexta Swêd Stockholmê teqînekê rû da.
Li stasyoneke metro ya li paytexta Swêd Stockholmê teqînekê rû da.
Teqîn li stasyona metro ya Vårby Gård a paytexta Swêd Stockholmê pêk hat.
Hat ragihandin ku ji ber teqînê mêrekî 60 salî û jineke 45 salî birîndar bûne. Tê gotin rewşa mêrê birîndar giran e û her du jî rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî çapemeniya herêmî, dema ku yek ji birîndaran ji erdê rahişte cismekî teqînê rû daye.
Stasyona metro ya teqîn lê bû ji aliyê polîsan ve hate girtin.