Li stadyûmê êrîşa bombeyî: 8 kes mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa bombeyî de ya li dijî stadyûma krîket ya li bajarê Celalabad yê navenda wîlayeta Nangarhar a rojhilatê Afganîstanê 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rayedarê Afganî Hogyanî ragihandin ku di dema leyîstina Lîga Remezanê de 3 bombeyên cûda yên ku berê li stadyûma krîketê ya li Celalabadê hatibûn bicih kirin ji dur ve hatine teqandin.

Hogyanî diyar kir ku di êrîşê de lîstikvan jî di nav de 8 mirin û 45 kes birîndar bûne.

Hogyanî ragihand ku ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê reşwa hinekan giran e.

Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye, Talîban eşkere kir ku ti girêdana wan bi êrîşê re tuneye.