Li Srî Lankayê 8 teqîn: 158 mirî, ji 400'î zêdetir birîndar

Li Srî Lankayê dema ku Paskalya dihate pîrozkirin li ser otêl û dêran bi hevdemî êrîş çêbûn û bi kêmanî 158 kes mirin.

Polîsên Srî Lankayê gotin, ji bilî 6 teqînên din, ku beriya niha daxuyandibûn 2 teqînên din jî çêbûne. Piştî nîvro sê otêlên luks û sê dêr bûne hedefa 6 teqînin. Piştî nîvro li paytextê du teqînên din jî çêbûn. Yek ji van li otêleke paytextê çêbû 2 kes mirin. Di teqînê de bi taybetî cihên ku ayînên Paskalya lê dihatin kirin, çêbûn.

Hê kesî êrîş neanîne ser xwe. Bi saeta xwecih ji saet 18.00'an û pê de ji bo 12 saetan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Srî Lanka, ji 2009'an ve ku bi deh hezaran kes hatin kuştin û têkoşîna azadiyê ya Tamîan hatibû serkutkirin, bi rewşeke aram bû.

Welatê ku nifûsa wê 21 milyon e, ji Bûdîstan pêk tê. Eletexmînî nifûsa Katolîkan 1.2 milyon e. Bi rêjeyî 70 ji 100'î yê Srî Lankayê Bûdîst, 10 ji 100'î Misilman û 7 ji 100'î jî Katolîk in.

Li welêt Katolîk ji hêla hinan ve weke hêza lihevragir tê dîtin, ji ber ku hem li nav Tamîlan û hem li nav Sînhaliyên serwer ên Katolîk hene. Hin Katolîk ji ber destekê didin rapor û lêpirsînên li ser komkujiya li ser Tamîlan dibine sedema bertekan. Artêşa Srî Lankayê li dijî Tamîlan sala 2009'an komkujî kiribû, bi deh hezaran kes kuştibûn.