Li Spanyayê têkçûna çepgiran bi kêrî rastgiran hat

Li Spanyayê roja Yekşemê hilbijartineke giştî hate lidarxistin. Sosyalîst di vê hilbijartinê de bi ser ketin lê bi qasî ku karibin hikumetê ava bikin deng nestendin. Partiya rastgir Vox jî li parlementoyê bû partiya sêyemîn.

Gelê Spanî ji bo ku bêîstîkrariya siyasî ya li welat bi dawî bikin di çar salên dawîn de çar caran çûn ser sindoqan. Serokwezîrê Sosyalîst Pedro Sanchez hêvî dikir ku wê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Lê di van hilbijartinan de çepgir qels bûn.

Partiya Karkerên Sosyalîst 28 ji sedî deng stend. Berê 123 kursiyên wê li parlementoyê hebû a niha bû 120. Koalîsyona çepgir a radîkal Podemos jî berê 42 kursîyên wê li parlementoyê hebû û ev hejmar bû 35. Partiya Gel a Mûhafazakar (PP) jî hejmara kursiyên xwe yên li parlementoyê ji 66’an kir 88.

Partiya rastgir Vox di hilbijartinê de serkeftineke xurt bi dest xist. Vox hejmara kursîyên xwe yên li parlementoyê ji 24’an rakir 52’an. Ev partî li dijî Katalonyayê gotinên tund dike û alîgirên wê dixwazin serokê berê yê Katalonyyaê Carles Pûîgdemont ê li Belçîkayê were girtin.

Di hilbijartinê de serxwebûnparêzên Katalan jî hejmara kursiyên xwe kirin 23.

Ev jî diyar dike ku li Spanyayê wê hikumeteke nû bi derengî were avakirin. Ji bo ku hikumet were avakirin divê partiya yekemîn 176 kursî bi dest bixista.