Li Spanyayê ji bo koçberan bûçeyeke 30 milyonî

Hikûmeta Spanya ragihand ku ji bo alîkarîkirina koçberên ji Efrîqayê tên bûçeyeke 30 milyon eûro veqetandiye. Spanya bang li Yekîtiya Ewropa kir ku destekê bide.

Hikûmeta Spanya ya ku ev du meh in li ser desthilatê ye, ji bo hê baştir bikarin koçberan bi rê ve bibin bûçeyeke 30 milyon eûro veqetand.

Berdevkê serokwezîr destnîşan kir ku bi hatina koçberan re bûçe wê li gorî pêwîst, naskirin û diyarkirina statûyê wê bê mezaxtin.

Serokwezîr di heman demê de neamadekariya di derbarê hatina koçberan a hikûmeta beriya wê rexne kir. Di sala 2017’an de 24 hezar koçber berê xwe dabûn Spanyayê. Lê li gorî sala 2018’an di nava 7 mehên destpêkê de 24 hezar koçber hatibûn.