Li Somaliyê ji ber ziwayiyê di nava 48 saetan 110 kes mirin
Li Somaliyê, rojên Pêncşem û Înê, ji ber ziwayiyê bi qasî 110 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Somaliyê, rojên Pêncşem û Înê, ji ber ziwayiyê bi qasî 110 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîr Hasan Alî Hayrî got, "Li herêmên başûr ên Somalî, bi taybetî li Bay û Bakoolê, ji ber ziwayî û emelê ji ber avê, di nava 48 saetan 110 kesan jiyana xwe ji dest dan."
Serokwezîr bang li Somaliyan kir, ku li ku dibin bila bibin, alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên birçî. Hasan Alî Hayrî anî ziman, ku eger alîkarî neyê kirin ev mirov dikarin bimirin û got, "Karê sereke yê hikûmetê alîkariya ji bo mirovên li herêmên ziwayiyê ne."
Li Somalî, ji ber ziwayiya dijwar di dawiya meha Sibatê de 'felaketa neteweyî' hatibû ragihandin. Li gorî rêxistinên civakî yên sivîl, ziwayiya li welêt gefê li 3 mîlyon kesî dixwe.
Somalî tevî Yemen, Nîjerya û Sûdan a Başûr, bi awayekî fermî yek ji welatên di sînorê birçîbûnê de ye.
Li van her çar welatan, gefa mirinê li zêdeyî 20 mîlyon kesî tê xwarin.
Li Somalî, xeteriya dawî ya birçîbûnê di sala 2011'an de rû da bû. Ziwayiya ku piştî şerê bi Şebab a Îslamî re girantir bû, rê li ber mirina 260 hezar kesî vekiribû.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li Somalî 6.2 mîlyon kes, bi gotineke din nîvê nifûsa vî welatî pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn a însanî heye. Sê mîlyon ji van birçî ne.
Ziwayî dibe sedem ku nexweşiyên emel, kolera û sorik belav bibin. Xeterî heye ku nexweşî bi rêya avê li 5.5 kesî der bibin.