Li Somaliyê êrîşî navendeke leşkerî kirin: Bi kêmanî 20 kes miri
Hat ragihandin ku Şebabê li Somaliyê êrîşî navendeke leşkerî kiriye û di êrîşan de bi kêmanî 20 kes hatine kuştin.
Hat ragihandin ku Şebabê li Somaliyê êrîşî navendeke leşkerî kiriye û di êrîşan de bi kêmanî 20 kes hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên emniyetê yên herêma xweser a Cûbalandê daye, endamên Şebabê li herêma Gûdûdê ya li bakurê bajarê Kîsmayoyê li hemberî navendeke leşkerî êrîşeke xwekujî li dar xistine. Piştî êrîşî şer çêbûye, ji herdu aliyan bi giştî 20 kes hatine kuştin.
Li gorî rojnamevanekî ku ji herêmê, endamên Şebabê navend bi dest xistine. Di êrîşî 20’î zêdetir leşkerên birîndar anîne nexweşxaneyên Kîsmayoyê. Li gorî malpera nûçeyan a rêxistinê ya bi navê somalimemo.net’ê di vê êrîşê de bi kêmanî 30 leşker hatine kuştin.
Di nûçeyê de tê gotin ku, navend ketiye destê endamên rêxistinê û rêxistinê ji xeynî alavên leşkerî dest daniye ser du wesayîtên leşkerî jî.