Li Somaliyê çeteyên El Şebab êrîş birin ser baregehên leşkerî

Çeteyên El Şebabê li Somaliyê li başûrê rojavayê Mogadîşûyê êrîş birin ser du baregehên leşkerî.

Li Somaliyê çeteyên El Şebabê li başûrê rojavayê Mogadîşûyê êrîş birin ser du baregehên leşkerî. Artêşê diyar kir ku ji her du aliyan mirî hene û wan kamp xistine bin kontrola xwe.

Leşkerekî jî diyar kir ku çeteyan girtine ser baregehên leşkerî yên li Barîîre û Awdhîgleyê û di vê êrîşê de leşker û çete mirine.

Çeteyên El Şebabê jî diyar kir ku wan bi wesayîtên bombebarkirî êrîş birine ser van du baregehan û rêya hatina alîkariyê birîne.

Berdevkê çeteyan Abdîasîs Ebû Mûsap diyar kir ku wan 3 wesayîtên artêşê îmha kirine.