Li Somalî hejmara miriyan zêde dibe, li welêt şîn hate îlankirin

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, hejmara mirovên ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 53 kesî. Li welêt, ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin.

Serokkomarê Somalî Mûhammed Abdullah Fermacû daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, ku ji bo bîranîna mirovên di êrîşa bombeyî ya duh êvarê de li paytext Mogadîşûyê jiyana xwe ji dest dan, sê rojan şîna neteweyî ragihandine.

Fermacû, rêxistina Eş Şebab a ser bi El Qaîdeyê weke berpirsyarê êrîşê nîşan da. Fermacû sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane xwest û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, duh li stasyonekê êrîşeke bombeyî hatibû kirin û di encamê de 53 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn.