Li Sirbistanê rastgirên radîkal di hilbijartinê de bi ser ketin

Di hilbijartina Sirbistanê de Partiya Pêşverû ya Sirpan (SNS) a rastgirên radîkal bi ser ket. Serokkomar Aleksandr Vûcîc serokê vê partiyê ye.

Li Sirbistanê hilbijartina ku divê di 26’ê Nîsanê de bihata kirin, ji ber koronavîrusê di 21’ê Hezîranê de hate kirin. Ji ber boykota mûxalefetê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê bû ji sedî 46. Çar sal berê ev rêje ji sedî 56 bû.

Di hilbijartinê de Partiya Pêşverû ya Sirpan (SNS) ya rastgirên radîkal bi ser ket. Serokê vê partiyê jî serokkomar Aleksandr Vûcîc e.

Vûcîc ji ji sedî 64,3 deng stend. Vûcîc piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê diyar kir ku herêmên ku berê ne di nav destên wan de ne, di vê hilbijartinê de bi dest xistine.

Vûcîc li ser xeteke rastgir a radîkal siyasetê dike û gelek saziyên medyayê jî bi saya dostên wî yên nêz, di destê wî de ne. Vûcîc ji aliyekî ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê muzakereyan dimeşîne û ji aliyê din ve jî dixwaze têkiliya xwe ya bi Rûsya û Çînê jî qut neke.