Li sînorê Venezûela-Kolombiyayê şer qewimî: Bi dehan kes mirin

Hate îdîakirin ku di navbera komên ji FARC'ê cihê bûne û artêşa Kolombiyayê de li ser sînorê Venezûela û Kolombiyayê şer qewimiye. Hate ragihandin ku di vî şerî de gelek leşker û Kolombiyayî mirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Venezûelayê, ji 21'ê Adarê û vir ve di nava qadên navîn ên sînorê Kolombiyayê, di şerê bi komên çekdar re herî kêm 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şer bi 'komên çekdar ên nerêkûpêk ên Kolombiyayî'qewimiye û herî kêm 34 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê di şer de tenê roja Duşemê 9 endamên komên çekdar ên Kolombiyayî, ji destpêka şer ve jî bi giştî bi dehan endamên komên çekdar jiyana xwe ji dest dane.

Hikumeta Kolombiyayê ragihand ku ji ber şer, herî kêm 3 hezar kes ji Venezûelayê derbasî Kolombiyayê bûne.

Li gorî hikumeta Kolombiyayê komên ku bi artêşa Venezûelayê re şer kirine, ew kom in ku piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an ji Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) cihê bûne. Serokdewletê sosyalîst ê Venezûelayê Nîcolas Madûro ku roja Yekşemê daxuyanî da, ev ihtimal qebûl kiribû.

Sala 2019'an piştî ku rêveberiya Kolombiyayê muxalîfê Madûro, Jûan Gûaîdo weke 'serokdewletê demkî' yê Venezûelayê qebûl kiribû, têkiliyên dîplomatîk ên navbera herdu welatan qut bûbûn.