Li Sîerra Leoneyê tanker teqiya: Herî kêm 84 kes mirin
Li Sîerra Leoneyê tanker teqiya. Li gorî agahiyan herî kêm 84 kes mirine.
Li Sîerra Leoneyê tanker teqiya. Li gorî agahiyan herî kêm 84 kes mirine.
Li Freetownê ya ku paytexta Sîerra Leoneyê ye tankereke petrolê teqiya. Di vê teqînê de herî kêm 84 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya herêmî herî kêm 90 cenaze çûne morga dewletê. Li nexweşxaneyên Freetownê jî 100 birîndar tedawî dibin.
Li vî bajarê li ber behrê yê ku milyonek kes lê ne, di meha Adarê de jî agir bi taxekê ketibû, 80 kes miribûn û 5 hezar kes jî bêmal mabûn.