Li seranserê Iraqê elektrîk qut bû
Li Iraqê di germa havînê de agir bi santraleke elektrîkê ket, lewma li seranserê welêt ceyran qut bû.
Li Iraqê di germa havînê de agir bi santraleke elektrîkê ket, lewma li seranserê welêt ceyran qut bû.
Rayedarên Iraqî diyar kirin ku roja Şemiyê li seranserê welêt elektrîk qut bû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Elektrîkê, li wîlayeta Basrayê agir bi stasyoneke elektrîkê ket, lewma şebekeya elektrîkê bi dema herêmî saet di 12:40'î de bi temamî hate girtin. Wezaretê diyar kir ku qutbûna elektrîkê bandor li tevahiya Iraqê kiriye.
Li Iraqê binesaziya têkçûyî û xizmetên cemaweriyê yên neserketî, şerê ku bi dehan sal in dewam dike û karên nelirê pirsgirêkan girantir dikin. Halbûkî welatê ku nifûsa xwe 43 milyon mirov e, ji aliyê hîdrokarbonê ve gelekî dewlemend e.
Ji ber qutbûna elektrîkê, bi rêya jeneratoran elektrîk ji gelek taxan re tê dayin. Lê belê gelek malbat xwedî vê derfetê nînin. Li gel vê yekê jenerator ne xwedî wê hêzê ne ku klîma jî di nav de amûrên li nava malan hemûyan bi kar bînin.
Her havînê ku li paytextê yan jî herêmên başûr germahî digihêje 50 pileyî, elektrîk qut dibe û bandoreke giran li jiyana rojane dike.