Li ser wargehên der qanûnî, nakokiya li nava hikumeta Îsraîlê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand, ku wargehên der qanûnî yên li Şerîa Rojava ya hatiye dagirkirin, tehdeyê li hemû wargehên din dikin. Serokwezîr Netanyahû berevajî vê dibêje.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand, ku wargehên der qanûnî yên li Şerîa Rojava ya hatiye dagirkirin, tehdeyê li hemû wargehên din dikin. Serokwezîr Netanyahû berevajî vê dibêje.
Serokwezîr Benyamîn Netanyahû xwedî li hemû koloniyên ji sala 1967'an û vir ve li ser axa Fîlîstînê ji aiyê dewleta Îsraîlê ve hatiye çekirin, derketibû. Netanyahû li dij derketibû ku ev kolonî bi navê 'qanûnî' ya jî 'der qanûnî' ji hev tên cudakirin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê jî ragihand, ku wargehên der qanûnî yên li Şerîa Rojava ya hatiye dagirkirin, tehdeyê li hemû wargehên din dikin. Serokwezîr Netanyahû berevajî vê dibêje.
Wezîrê Parastinê Avîgdor Lîeberman got, ew li dijî wargehên bêyî destûra hikumeta Îsraîlê hatine avakirin e. Lîeberman, ji ber ku bê destûr in, ev kolonî weke 'hov' bi nav kir û bal kişand ser qanûnekê ku 18'ê Tebaxê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin.
Bi vê qanûna ku hikumetê pêşengî jê re dikir, li dora wargehên bêyî destûra hikumeta Îsraîlê hatine avakirin, hewl dihate dayin ku bi kirîna erdê Fîlîstîniyan re 'koloniyên heyî bên qanûnîkirin.'.
LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ HEMÛ LI DIJÎ QANÛNÊ NE
Tevî vê nakokiya navbera Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, hemû wargeyên ji slaa 1967'an û vir ve li Şerîa Rojava hatine avakirin, li gorî hiqûqa navneteweyî 'der qanûnî' tê dîtin. Wargehên ku hikumeta Îsraîlê destûra wan wane, ji xwe li de rveyî qanûnan e.
Ji ber ku wargehên li Şerîa Rojava axa Fîlîstînê parçe parçe kiriye, ev yek astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya bi du dewletan e.