Li sê febrîqeyên otomobîlan ên DYE'yê greva dîrokî

Li ser banga sendîkayan a li DYE'yê, li febrîqeyên Ford, General Motors û Stellantisê grevê destpê kir.

Sendîkaya ku xebatkarên sê hilberînerên herî mezin ên wesayitan ên Emerîkayê (Ford, General Motors û Stellantîs) temsîl dike, diyar kir ku eger bi van şîrketan re li ser peymana giştî ya nû lihevkirin nebe, wê şeva Pêncşemê û pê ve dest bi grevê bikin.

Piştî hişyariyê li hersê febrîqeyan kar hate rawestandin. Medy Emerîkayê ragihand ku çalakiya herî bi îdîa ya endustriyê ya dehan salên dawî pêk hatiye.

Karkerên Otomobîlan a Yekbûyî (UAW) got, "Grev li sê febrîqeyên hatine diyarkirin destpê dike" û bang li endamên sendîkayê yên li tesîsên din kir ku xwe ji rêveçûna danûstandinan re amade bikin. Serokê Sendîkayê Shawn Faîn hişyarî da ku sendîka wê xwe ji dirêjkirina grevê venegire.

Li sê febrîqeyên li Ohîo, Mîssoûrî û Mîchîganê ku kar lê hate rawestandin 12 hezar û 700 karkerên sendîkayî dixebitin.