Li Rûsyayê li dijî xwepêşandanên li hember hikûmetê û nelirêtiyê mudaxeleya hişk

Li Rûsyayê, li gelek bajaran li dijî hikûmet û nelirêtiyan xwepêşandan hatin lidarxistin, hat diyarkirin ku di xwepêşandan de gelek kes hatine binçavkirin.

Li gel xwepêşandanên li dijî polîtîkayên hikûmetê û nelirêtiyên ku li paytext Moskova hate kirin, li bajarên mîna St. Petersbûrg, Kazan, Norîlsk û Vladîvostokê çalakî hatin lidarxistin. Xwepêşandana li St. Petersboûrgê hate kirin nêzî hezar kes beşdar bûn, li bajarên din jî bi sedan kes beşdar bûn.

Piştî ku polîsan bi awaykî hişk mudaxeleyî xwepêşandanan kir û şûnde, gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Medûza, li Moskovayê 400, li St, Peterboûrgê jî 300 muxalîf hatine binçavkirin.

Li gorî koma mafê mirovan a bi navê OWD’ê jî, ji xwepêşandana bi sedan kes jî hatine binçavkirin, diyar kir ku mudaxeleya polîsan pir hişkbû.