Li Rûsyayê kareseta madenê: Gelek karker winda ne

Hat ragihandin ku li herêma Sibirya ya Rûsyayêdi madenekî ya elmasê de, di encama ketina avê ya madenê de herî kêm 16 karmend winda ne.

Madena ku ji aliyê Kargeha Alrosa ve tê xebitandin ku 150 karker lê kar dikir, hat zanîn ku av ketiye nava madenê.

Li gorî daxuyniya kargehê, 102 karkerên madenê hatine rizgarkirin û xebatên rizgarkirian 33 karkeran jî hê didome. Lê belê hat ragihandin ku 16 karkerên madenê winda ne û xebatên lêgerinê jî didomîn.

Komara Serbixwe ya Sakha diyar kir ku bûyera ketina avê ya madenê ji ber pirsgirêka di pompeya avê de derket, qewimiye.