Li Rûsyayê çi qewimî
Koma Wagnerê ya paramîlîter a li Rûsyayê piştî kuk serî li ber Moskowayê hilda, şefê komê ji nişka ve biryara vekişînê da û qebûl kir ku sirgûnî Belarûsê bibe.
Koma Wagnerê ya paramîlîter a li Rûsyayê piştî kuk serî li ber Moskowayê hilda, şefê komê ji nişka ve biryara vekişînê da û qebûl kir ku sirgûnî Belarûsê bibe.
Şefê koma Wagnerê Yevgenî Prîgojîn şeva Înê ber bi Şemiyê ve li dijî Kremlînê serî hilda. Prîgojîn îdîa kir ku leşkerên wî ji bo dagirkirina başûrê Rûsyayê û têkbirina fermandariya leşkerî ji xaka Ûkraynayê çûne.
Hêzên paramîlîter bi piştgiriya ji leşker û gel fermandariya bajarê Rostovê bi dest xist û piştre berê xwe da bajarê Voronezhê ku bi 500 kîlometreyî li başûrê Moskowayê ye. Li Voronezê depoyeke sotemeniyê hate şewitandin. Konvoyeke mezin a ji endamên Wagnerê piştre berê xwe da Moskowayê û li herêma Lîpetskê hatin dîtin ku bi 400 kîlometreyî li başûrê Moskowayê ye.
Prîgojîn di êvara Şemiyê de ragihand ku hêzên wan ji bo xwe ji pêkhatina gola xwînê vegirin, wê li kampên xwe vegerin.
Prîgojîn li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Bi têgihiştina xwe ya ji berpirsyariya xwe ya li ser mijara rijandina xwîna Rûs, em tevî konvoyên xwe vedigerin û li gorî plana hatiye diyarikrin vedigerin kampên xwe."
Qesra Kremlînê jî yekser ragihand ku endamên koma Wagner wê neyên darizandin.
Moskowayê diyar kir ku sûcdariyên têkildarî Yevgenî Prîgojîn wê bêne betalkirin û wê biçe Belarûsê.
HENEKO BÛ, YAN JÎ RASTÎ BÛ?
Li gorî hin kesan ev liv û tevger heneko bû, li gorî hinekan jî biçûkxistineke giran a Moskowayê bû. Hin muxalîf vê yekê weke nîşaneya lawaziya Rûsyayê dîtin, her wiha hinekan îdîa kirin ku xeteriya tunebûnê li ser Rûsyayê heye.
Li gorî parêzvanê mafên mirovan û karsazê Rûs Vladîmîr Valerîevîç Osetkîn, "Pûtîn baweriya bi xwe, her wiha hurmet û tirsa xwe ya li ser leşekrî û servîsên ewlekariyê ji dest da." Li gorî Osetkîn heta dawiya salê li Rûsyayê transfereke desthilatdariyê dikare pêk were.
Osetkîn diyar dike ku bûyerên 23 û 24'ê Hezîranê teqez heneko nîne. Osetkîn got, "Hewldana darbeyê rastî bû" û hin hêzan bi zanebûn destûr dan ku Prîgojîn bi pêş ve biçe û encamên wê jî ji bo xwe bi kar anîn. Li gorî vê yekê yên sûdê ji vê yekê werdigirin 'ew hêzên li pişt perdeyê' ne.
Prîgojîn weke bersivek li fermana Wezîrê Parastinê yê Rûs Sergey Şoyhû kete nava liv û tevgerê, ku di 10'ê Hezîranê de fermana girtina Wagner dabû. Li gorî Osetkîn, Prîgojîn bi qasî ku destûr jê re hate dayin bi pêş ve çû, lewma ji bo rawestandina Prîgojîn Servîsên Ewlekariya Federal (FSB) kete nava liv û tevgerê. Prîgojîn zanîbû ku ev yek tê çi wateyê. Prîgojîn her wiha xwedî qerteke girîng a lihevkirina bi Pûtîn re bû, lewma destûr jê re hate dayin ku biçe.
VEGER JÊ NABE...
Parlamenterê berê yê Sowyetan û Albayê berê yê Hêzên Hewayî yên Sowyetan Vîktor Alksnîs li ser telegramê şîroveyek kir û got, "Bi rengekî bi êş neçar im ku qebûl bikim, Federasyona Rûsyayê ji bo tunebûneke veger jê nabe bi gaveke din nêzîk bûye."
Li gorî Alksnîs ji niha û pê ve du serok hene: Prîgojîn û Pûtîn. Alksnîs îdîa kir ku serokê rastî 'Prîgojîn' e û got, "Ti carî nedihate bîra min ku vê şermê û hilweşînê bibînim."
Ji şêwirmendên Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy Mîkhaîlo Podolyak jî got, "Prîgojîn Pûtîn/dewleta wî biçûk xist û nîşan da ku êdî li ser tundiyê yekdestî nîne."
Midûrê damezrîner ê enstîtuya lêkolînên jeopolîtîk û stratejîk a Fransayê ÎRÎS Pascal Bonîface ji qenala 5 a Fransayê re got, "Wagner li gelek welatên li Efrîkayê heye. Ev milîs ji bo Rûsya û Pûtîn li Malî yan jî Efrîka Navîn tevdigere. Lêpirsîn li ser nav hemûyan têne kirin. Leşkerên ji bo pereyan şer dikin bi welatekî ve girêdayî nînin, ew bi pere û avantajan ve girêdayî ne."
Berdevka Azadiyan-Rûsya ku rêxistineke civakî ya sivîl a parêzvana mafên mirovan a li Fransayê ye Olga Prokopîeva ji Franceînfor re axivî û got, "Encama yekane ya jê bê wergirtin ew e ku rejîma Pûtîn lawaz e." Berdevk diyar kir ku Pûtîn û Prîgojîn herdu jî 'sûcdarên şer in' û destnîşan kir ku ev şerê klanan wê bibe pirsgirêk.