Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Rojhilata Navîn her sal 10 hezar koçber dimirin

Komeke rêxistinên civaka sivîl ên ji welatên Asya û Ingilistanê derheqê koçberên karker ên Asyayî yên li Rojhilata Navîn îdîayeke hêwilnek danî holê.Li gorî rapora ku hatî weşandin her sal 10 hezar koçberên karker ên Asyayî li Rojhilata Navîn dimirin.

Di raporê de ya bi navê ''Nîşaneyên Jiyanî: Li welatên Kendavê mirina koçberan'' hate gotin li welatên Rojhilata Navîn bi qasî 10 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dane û sedema piraniya van mirinan biguman e.

Komeke rêxistina civaka sivîl a ji Bangladeş, Hindîstan, Pakîsta, Nepal û Filîpînan di rapora Fairsquare ya bi navenda Ingilistanê diyar kir li welatên Rojhilata navîn, koçberên Asyayî ku bi heqdesteke kem dixebitin bi gefên giran ên tendiristiyê re rûbirû ne, zêde têne xebitandin û xizmeta tendiristiyê ya pîşeyî nadin wan.

Di raporê de li ser mirinan biguman hin mînak têne dayin.

Julhas Uddîn ê 27 salî, sala 2017'an li Siûdî mir. Mirina Uddîn bi rengê dilê wî sekiniye û nekariye hilmê bistîne derbasî qeydan bû.

Lê kardarê Uddîn zor lê kiriye ku bêyî tûpa oksîjonê biçe tûnela kanalîzasyonê û wiha miriye. Derheqê vê bûyerê ti lêpirsîn nehatiye kirin.

Li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Bahretn, Siûdî, Ommanê, Qatar û Kuweytê 30 milyon koçberên Asya û Efrîkayî dixebitin. Piraniya van karkeran bi heqdestekî kêm û li pîşeyên bi rîska zêde dixebitin.