Li rojavayê Efrîkayê çeteyan êriş kirin: Bi dehan kes mirin

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, ji ber êrişekê herî kêm 36 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li Bûrkîna Faso ku timî bi êrişên rêxistinên çete yên Îslamî yên tundrew di rojevê de ye, êriş li du gundan hate kirin û bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

Li bajarê Sanmatenga yê li bakurê welêt, li gundekî êrişek hate kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 32 kesî jiyana xwe ji dest dane. Wezîrê Ragihandinê Remîs Fûlgance Dandjînoû der barê berpirsyarên êrişê ti agahî neda.

Hate ragihandin ku êrişkaran piştî ku gule li bazara li gund barandin reviyan û di dema vekişînê de li gundekî din 4 kes qetil kirin.

Li gelek welatên li rojavayê Efrîkayê komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê, her wiha çeteyên Îslamî yên tundrew êriş dikin. Her sal bi hezaran mirov ji ber van êrişan jiyana xwe ji dest didin. Tevî Malî her wiha Nîjer jî hedefa êrişên bi vî rengî ye. Li Nîjer, Nîjerya, Çad û Kamerûnê ji ber êrişên çeteyên Boko Haram ji sala 2009'an ve bi deh hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan.