Li rojavayê Efganistanê operasyona Talîbanê: Bi dehan kes mirin

Li eyaleta Badgisê ya li rojavayê Efganistanê bi sedan milîtanên Talîbanê operasyon kirin û hate ragihandin ku di encamê de bi dehan hêzên ewlekariyê yên Efgan û milîtanên Talîbanê mirine.

Rêxistina Talîbanê ku du mehên dawî êrîşên xwe zêde kir, ji ber ku hikumeta navendî hêzên xwe yên ewlekariyê li herêmê zêde nekiriye, tê gotin ku kêm maye kontrola herêmê bikeve destê Talîbanê.

Li gorî Reutersê, rêveberê bajarokê Bala Murgabê Warîs Şerzad diyar kir, rêxistina Talîbanê 36 endamên hêzên ewlekariyê kuştine û gelek nuqteyên ewlekariyê bi dest xistine.

Berdevkê Walîtiya Badgisê jî ragihand, di şer de zêdeyî 30 şervanên Talîbanê hatine kuştin.

Ji berdevkên Talîbanê Yûsûf Ahmedî berpirsyariya êrîşê li xwe girt û diyar kir ku wan li çar herêmên cuda operasyon kirine û pênc nuqteyên ewlekariyê kontrol kirine.

Wezareta Parastinê li ser Twitterê daxuyaniyek da û îdîa kir, hêzên Efgan ji bo tiştek bi sivîlan neyê tercîheke stratejîk kirine û xwe ji nuqteyên ewlekariyê vekişandin. Wezaretê diyar kir, li dijî nuqteyên Talîbanê gelek caran êrîşên hewayî hatine kirin.