Li Riyadê civîna ‘Sûriyeyê’

Dema ku serokên dewletên Rûsya, Tirkiye û Îran li Soçiyê kom bûn, li Erebistana Siûdî li Riyadê civîneke balkêş hate çêkirin.

Erebistana Siûdî komên li Sûriyeyê yên mûxalîf anîn ba hev. Bi bangewaziya Serokê Karê Derve Adel El Cubeyr nêzî 140 komên mûxalîf ên li Sûriyeyê, li Riyadê civiyan.

Kom di nava xwe de jî ji hev qût bûne û gelekî qels bûne. Riyad beriya hevdîtinên Cenevreyê ya 8’emîn a di 28’ê Mijdarê de dixwaze hemû koman di eniyekê de bi cih bike. Armanca wan ev e ku, bi delegasyonekê beşdarî hevdîtinên Cenevreyê bibin.

Di aloziya Sûriyeyê de hemû hewldanên heta îro bêencam ma. Lê rewşa li qadê guherî. Esas qadê bi dest dixe û komên din jî yan divê bibin yek an jî wê ji hev belav bibin.

Erebistana Siûdî û Katar piştgiriya hin koman dike û li aliyê din jî koalîsyonek heye ya ku navenda wê li Stenbolê ye.

Di heman demê de hin kom hene ku bêtir dikarin bi rejîmê re li hev bikin. Komkirina van komên qels û parçebûyî, wekî hewldaneke dijwar xwe diyar dike.