Li Qûdsê êrîşa çekdarî: 3 mirî, 6 birîndar

Agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê rojeke din hate dirêjkirin. Li rojavayê Qûdsê li rawestgeheke otobusê di êrîşa çekdarî de 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê sibeha Pêncşemê hate dirêjkirin û keta roja heftan, li Qûdsê êrîşek hate kirin. Li gorî rayedaran 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Şefê polîsên Qûdsê Doron Torgeman li cihê êrîşê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Yek jê bi çeka M-16, yek jî bi debanceyê 2 terorîstan saet di 07:40'î de êrîş kirin."

Hate ragihandin ku yek ji kesên hatine kuştin jineke 24 salî, yek mêrekî 73 salî û yek jî jineke 60 salî ye.

Polîsan gotin, "Du gumanbarên tevlî şer bûn li cihê bûyerê hatin bêbandorkirin."