Li Qûdsê di şer de zêdeyî 100 kes birîndar bûn
Li Qûdsê nîvê şevê çalakgerên Fîlîstînî û polîsên Îsraîlê bi hev ketin. Hate ragihandin ku zêdeyî 100 kes birîndar bûne.
Li Qûdsê nîvê şevê çalakgerên Fîlîstînî û polîsên Îsraîlê bi hev ketin. Hate ragihandin ku zêdeyî 100 kes birîndar bûne.
Zêdeyî hefteyeke her şev rastgirên tund ên ku serweriya nijadê Yahûdî diparêzin û Fîlîstînî bi hev dikevin.
Ev şer jî bi giranî li qada Deriyê Şamê yê Qûdsê diqewime. Doh bi şev jî di navbera polîsan û çalakgerên Fîlîstînî de şerekî dijwar qewimî.
Li gorî Heyva Sor a Fîlîstînê herî kêm 105 kes birîndar bûn, ku 20 ji wan rakirin nexweşxaneyê. Polîsan diyar kirin ku ji wan jî 20 kes birîndar bûne û 44 kes di şer de hatine destgîrkirin.