Li Qerebaxê 4 leşkerên Ermen hatin kuştin

Hate ragihandin ku li Qerebaxê (Artsah) çar leşkerên Ermen ji aliyê hêzên Azerî ve hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên Azerî li navçeyên Martûnî û Martakertê bi topan û droneyan êrîş birin ser nuqteyên Ermen.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama vê provokasyona nû ya Azebaycanê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan."

Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku ji roja Sêşemê ve rayedarên Ermenistan û Azerbaycan li Washîngtonê hevdîtinan dikin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken bi hempîşeyê xwe yê Ermen Ararat Mîrzoyan û hempîşeyê xwe yê Azerî Ceyhûn Bayramov destpêkê hevdîtinên cuda kirin, piştre jî hevdîtineke bi hev re kirin. Hevdîtinên li Washîngtonê tê payin ku heta roja Pêncşemê dewam bikin.