'Li pişt sabotaja li dijî keştiyan dewletek heye'

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî diyar kir, li pişt sabotaja li dijî çar keştiyên li Kendavê ku meha Gulanê pêk hatibû dewletek heye, lê belê delîl nîne ku karibin Îranê sûcdar bikin.

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî der barê sabotaja dijî keştiyan de belgeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Di belgeyê de hate ragihandin ku êrîş operasyoneke 'sofîstîke û koordîneyî' ye, lê belê nehate eşkerekirin ku kîjan dewlet li pişt wê heye. Li binê belgeyê mohra Norwêc û Erebîstana Siûdî jî hene. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê beriya niha yekser Îran ji êrîşê berpirsyar nîşan dabû.

Li gorî Mîrnişînên Ereb, Norwêc û Erebîstana Siûdî, ji bo pêkhatina êrîşê divê hêza ku êrîş kiriye xweş bi deryayê zanibe û xwedî noqkarên şareza be.

Di belgeyê de hate gotin, "Lêpirsîn didome. Agahî û belgeyên gihîştine ber dest nîşan didin ku her çar êrîş parçeyek ji operasyoneke sofîstîke û koordîneyî ne, ku ji aliyê aktorekî xwedî kapasîteya operasyonî û aktorekî dewletê ve hatibe kirin."

Du keştiyên petrolê yên Siûdî, keştiyeke Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û tankereke Norwêcê 12'ê Gulanê bûbûn hedefa çalakiyeke sabotajê. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehatibû, lê belê aloziya li Kendavê zêde kiribû.